Şêniyên Kobanê li pêşiya navenda polîsên Rûsya çalakî kirin

Bi sedan şêniyên Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk li pêşiya navenda polîsên Rûsyayê çalakiyek kirin. Kesên ku tevli çalakiyê bûn diyar kirin ku ew ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin. Şêniyên Minbic û herêma Firatê jî bo piştgiriya Rêveberiya Xweser meşiyan.

Li dijî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şêniyên Kobanê li pêşiya navenda polîsên Rûsyayê çalakiyek li dar xist.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî di çalakiyê de axivî.

Eyşe Efendî anî ziman ku tevî gelek caran daxwaza rawestandina êrişan kirine, lê heta niha ev yek pêk nehatiye.

Kesên ku tevli çalakiyê bûn peyama xwe bi komîteyekê re ji hêzên Rûsî re şandin.

Piştî ku peyam gihaşt destê wan endamê Komîteya Rêveber a PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo axivî.

Çalakgeran jî diyar kirin ku tevî hemû êrişan jî ew ê ti carî dev ji axa xwe bernedin.

Şêniyên herêma Firat û Minbic meşiyan

Bi sedan ji şêniyên herêma Firat û Minbicê jî bi heman armancê û ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser li Kobanê meşiyan.

Piştî ku meş li qada nêzî pira Qeraqozaq rawestiya, li wir meş veguherî mitîngê û têde alîkarê Sekretera Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed Sultan axivî.

Ehmed Sultan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û Rûsya wekî berpirsa wan êriş û komkujiyan nîşan da.

Back to top button