Tevgera Ciwanên Şoreşger, Mala Birîndaran û Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan ya Şedadê bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Mala Birîndaran, li navenda birîndaran a Dêrazorê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Ev êriş hemû li ser rêveberiya xweser û îradeya gelan in.
Neteweya demokratîk bingeha azadiya hemû gelan û pêkhateyên li ser vê xakê ne, Ji ber vê yekê dewleta Tirk êrişî herêmên me dike.
Di dewamê de êrişên dewleta Tirk û bêdengiya DYA û Rûsya hatin şermezarkirin û bang li wan hate kirin ji bêdengiya xwe derkevin.
“Êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlan sûcekî şer e”
Têkildarî êrişan, Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Şedadê jî daxuyaniyek da û got, êrişên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer in.
Divê em gel, bi taybet ciwan li ser fîtneyên dijmin hişyarî bikin, îxanet û komployan teşhîr bikin.
Her wiha divê civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dewleta Tirk li ser sûcên wê ceza bike.