Putin û Reîsî li Moskow civiyan

Li Moskowa doh civîneke dualî pêk hat. Serokdewletê Rûsya Putin pêşwazî li Serokomarê Îranê Reîsî kir. Di civîna navbera aliyan de, peyamên hevkarî û xurtkirina bazirganiyê derket pêş. Reîsî got, Ev nêzî 40 salî ye, ew li dijî DYA têdikoşin.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî doh li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana Moskowayê kir.

Reîsî di çarçoveya peywendiyên xwe de li Koşka Kremlînê bi Serokê Rûsyayê Putin re civiya.

Putin bo Reîsî: Helwesta we ya di mijara dij DYA de bo me girîng e

Di civînê de, cezayên di çarçoveya bernameya peymana nukleerî yan Îran, hevkariyên bazirganî û aborî yên her du welatan, pêşxistina peywendiyên dualî û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Putin di axaftina xwe de balkişand li ser rewşa li Sûrî û Efxansitanê Û ji ber hevkariya di mijara Sûrî de, keyfxweşiya xwe nîşan da.

Her wiha nerehetiya xwe ya derbarê rewşa li Efxanistanê de jî anî ziman.

Putin bal kişand ser helwesta rêveberiya Tehranê ya li ser Plana Berfereh a Hevbeş a di çarçoveya bernameya nukleerî ya Îranê de û got, “Helwesta we ya li hemberî Plana Hevbeş a ji bo me gelekî girîng e.”

Putin bi bîr xist ku Îran di Rêxistina Hevkariya Şanghayê de xwedî statuya çavdêr e û bal kişand ser têkiliyên bingehîn yên Hevkariya Aborî ya Avrasyayê û ev tişt anî ziman: Em xebatên xwe yên ji bo îmzekirina peymana bazirganiya azad di navbera Îran û Aboriya Avrasyayê de didomînin.

Serokomarê Îranê Reîsî: Nêzî 40 salî ye em li dijî DYA li ber xwe didin

Serokomarê Îranê Ibrahîm Reîsî jî da zanîn ku dixwazin bi Moskowê re têkiliyên xwe baş bikin û li pêşiya vê yekê tu astengî tune ye.

Reîsî destnîşan kir ku ew ji bo rakirina cezayên Amerîkayê dixebitin û wiha got: “Zêdetirî 40 sal in em li dijî DYAyê li ber xwe didin. Hêvîdarim hemû hewldanên me bibin sedema rakirina cezayan. Em ê pêşketinên li hemberî Amerîkayê ranewestînin.”

Reîsî got, “Me bi Rûsyayê re li Sûriyê di têkoşîna li dijî terorê da ezmûneke baş bi dest xist. Ev yek ji bo têkiliyên me yên bi Moskovayê ra bingeheke girîng e.”

Îro jî Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Dûmaya Parlamentoya Rûsyayê axivî.

Back to top button