Çalakvanên Mexmûrê: li dijî tecrîda li ser Rêber Apo rabin ser piyan

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, 293 roj li pey xwe hîşt.

Çalakî ji aliyê koma 57’an ve dewrî koma 58’an hat kirin.

Dewirgirtin li Komîteya Malbatên Şehîdan a wargehê bi kombûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Li ser navê koma 57’an Yasmîn Îşlek daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Em vê tecrîdê bi tundî şermezar dikin. Em wek gelê Mexmûr û gelê Kurd, ji ber rewşa Rêber Apo di nava metirsiyê de ne û em gûmanan jiyan dikin.

Divê demildest ev tecrîd bê şikandin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.

Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê Rêber Apo ye.

Ji ber vê heta ku azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, emê wek jinên Mexmûrê di nava têkoşînê de bin.”

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi Koma 58’an didome

Back to top button