Hevserokê MXDŞ’ê bang li Koçberan kir: Bi dilekî rehet vegerin Şengalê

Rêveberiya Xweser a Şengalê hewl dide rê li ber vegera gel a Şengalê veke.
PDK jî bi hemû rê û rêbazan li dijî vegera gel û îdareya gel kar dike.
Dadgeha Federal a Iraqê ji bo koçberên Kampên Başûrê Kurdistanê biryara girtina dibistanan da.
Wê êdî zarokên Êzidî li kampan nikaribin biçin dibistanan, lê mafê wan heye dema vegeriyan Şengalê dibistana xwe dewam bikin.

Li Şengalê 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an nêzîk dibe.

Rêveberiya Xweser a Şengalê hewl dide rê li ber vegera gel a Şengalê veke û îdareya nû jî li gorî xwestekên gel ava bibe.

PDK jî bi hemû rê û rêbazan li dijî vegera gel û îdareya gel kar dike.

Dadgeha Federal a Iraqê di nava hefteya bihurî de ji bo vegera koçberên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê biryareke girîng da.

Li gorî vê biryarê wê di 30’ê Tîrmeha 2024’an de hemû dibistanên li kampan bi temamî werin girtin û careke din venebin.

Wê êdî zarokên Êzidî li kampan nikaribin biçin dibistanan, lê mafê wan heye dema vegeriyan Şengalê dibistana xwe dewam bikin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Başûrê Kurdistanê ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Federal a Iraqê da.

Dadgehê serlêdana wezaretê red kir, biryara girtina dibistanên li kampan careke din erê kir û ev biryar misoger kir.

 Nayîf Şemo: Îdareya nû wê li gorî daxwaza gel pêk were

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê MXDŞ Nayîf Şemo der barê van bûyeran de û her wiha têkildarî proseya avakirina îdareya nû ya Şengalê axivî.

Nayîf Şemo diyar kir ku ne gelê Şengalê ne jî Rêveberiya Xweser a Şengalê vegera îdareya kevn a PDK’ê qebûl nakin û wiha dewam kir:

“dareya nû ya Şengalê wê li gor qanûnên Encûmena Meclîsa Mûsilê were danîn.

Encûmena Meclîsê xwedî maf e ku îdareyê ji nû ve ava bike.

Lê pêwîst e ev li gor xwesteka xelkê wê herêmê be.

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li gorî xwestekên gel tevdigere.”

 Nayîf Şemo: Wê Dibistanên li Kampan bên girtin”

Nayîf Şemo der barê vegera koçberan de bal kişand ser biryareke girîng a ji bo vegera koçberan û ev agahî dan:

“Dadgeha Federal a Iraqê der barê vegerê de biryareke nû da ku divê gelê me zanibe.

Careke din wê li kampan dibistan neyên vekirin.

Bila gelê me yê li kampan vê jî zanibe û bi dilekî rehet vegerin ser cih û warê xwe.”

Back to top button