Hewldanên PDK’ê yên ji bo Paşxistina Hilbijartinê: Trafîka Dîplomasiyê û îlankirina şer!

PDK’ê ya ku ji binketina xwe ditirse ji deverekê xwe davêje devereke din tenê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê di 10’ê hezîranê de pêk neyên.
Lê li hêleke din YNK’ê jî bi her rengî hewl dide ew hilbijartin werin lidarxistin.
Lewra, Nêçîrvan Barzanî li Îranê ye û Bafil Talabanî jî li Amerîkayê ye.
Li gor agahiyan, Nêçîrvan Barzanî ji Îranê xwestiya ku ev hilbijartin di vê demê pêk neyên.
Gelo, dê ev hewldanên Barzanî bi ser bikevin an wê di hilbijartinan de bi bin bikeve?

Nêçîrvan Barzanî ku bi xwe 4 caran biryar da ku hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkbê, niha jî ji bo ev hilbijartin were taloqkirin, derî bi derî digere.

Di serî de boykotkirin, berê xwe dan Bexda û niha jî li Îranê ye.

YNK jî ji bo hilbijartin pêkbê, di serî de Bexda û niha jî li Emerîkayê ye.

Di egera pêkneanîna hilbijartinê de, wê çarenûsa statûya herêmê ber bi kuve biçe?

Zêdetirî 2 salin ji bo hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêkbê, serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 4 caran biryara hilbijartinê da û roj diyarkir.

Di nav 2 salan de Nêçîrvan Barzanî 4 caran roja hilbijartinê diyarkir, lê ev hilbijartin pêknehat.

“Hewldanên Nêçîrvan Barzanî ên ji bo taloqkirina hilbijartinê”

Serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 29’ê Nîsanê de (2024) çû Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serokkomar, serokwezîr, aliyên siyasî yên Iraqê, îdareya Dewlet re civiya.

Li gorî agahiyan, Nêçîrvan Barzanî di vê serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, kariye serkirde û aliyên Iraqî ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê razî bike.

Çima hilbijartina Iraq û herêmê bi hevre?

Li gorî agahiyan Nêçîrvan Barzanî ji bo hilbijartinê behsa du dîrokan kiriye, ya yekem Mijdara 2024’an ya duyem jî Cotmeha 2025’an ku tê payîn wê demê hilbijartina parlamentoya Iraqê jî pêkbê û bihevre were kirin.

Ji bo vêjî aliyên Iraqê jî ji bo van her du dîrokan, Nêçîrvan Barzanî erkdar kirine ku ew bi xwe diyar bikin.

Mesud Barzanî biryar daye!

Li gorî çavkaniyek din, Nêçîrvan Barzanî di civînên bi rayedarên Iraqê re dijî paşxistina hilbijartinê nerazîbûn nîşan daye, lê ragihandiye ku Mesud Barzanî biryara xwe ya dawî daye û gotiye wê ne PDK tevlî hilbijartinan bibe, ne jî bihêlin sindoqên dengdanê li Hewlêr û Dihokê bên danin.

Plana yasayî!

Hewldanên ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê de di demek wisan deye ku wê di 7’ê Tîrmeha îsal de jî dema yasayî ya Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê jî dawî bibe, bi vê re jî yan wê çarenûsa hilbijartinê bikeve destê saziyên herêmê, yan jî wê hilbijartin ji bo Cotmeha sala 2025’an were paşxstin ku tê payîn wê demê hilbijartina parlamentoya Iraqê jî pêkbê.

YNKk jî ji bo pêkanîna hilbijartinê di nava liv û tevgerê deye

Di 17’ê Nîsana 2024’an de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî eşkere kir ku wê hilbijartina Parlementoya Başûrê Kurdistanê neyê paşxistin û di dema hatî diyarkirin de (10 Hezîran 2024) pêkwere.

 

Mesrûr Barzanî ji bo rawestandina hilbijartinê gilî kir

Back to top button