Duh bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, civîna 19’emîn ya ya Encûmena Wezîran a Iraqê hate lidarxistin.
Di civînê de ji nû ve avakirina Şengalê jî di nav de, gelek mijar hatin nirxandin û hinek biryar hatin girtin.
Di civînê de Encûman Wezîran a Iraqê biryar da ku pêşnîyarên Biryara Komîteyê ya Hejmara 2024’an a di derbarê Projeya Parzûngeha Hilberînê ya Kerkûkê de were erêkirin.
Her wiha pêşniyarên Ofîsa Yasayî ya Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran a Iraqê li ser vê mijarê werin pêkanîn.
Biryar hate dayîn ku di çarçoveya ji nû ve avakirina herêmên rizgarkirî û şopandina rewşa li Şengalê de, benda 6 ya biryara Encûman Wezîran ya jimara 24043 ya sala 2024’an were guhertin.
Dabeşkirina her du zeviyên ku di xala 6’an a biryara Encumena Wezîran a bi jimare 24043 de hatibûn diyarkirin, ji aliyê Wezareta Jinûveavakirin, Şaredarî û Karûbarên Gel ve hat betalkirin.
Divê agahiyên berfireh û bîlançoya hejmara malbatên koçberên Şengalê, bi taybet malbatên ku l kampan dijîn, ji bo Wezareta Koç û Koçberan were pêşkêşkirin.