Sêmalka..78 roj in malbat li bnda wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne

78 roj in li Sêmalka çalakiya malbatên şehîdan dewam dike. Bi vê çalakiyê dixwazin cenazeyên zarokên xwe yên şehîd werbigirin, lê bersiva wan nayê dayîn. PDK cenaze radest nekirin û bi ser de jî ji ber vê çalakiyê deriyê sînor jî girt. 

Ji 5’ê Cotmehê ve û tevî hemû zehmetiyan, malbatên şehîdan li Sêmalka ne û çalakiya xwe didomînin.

Çalakî jî ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Gerîlayên ku bi destê hêzên PDK’ê di kemînekê li Herêma Xlîfanê de hatin şehîdxistin.

PDK piştî ku ew şehîd xistin, cenaze jî radestî malbatên wan nekirin û heta niha jî bersiva bangên wan nedaye.

Li şûna ku bangên van malbatan bi cih bîne, bi ser de deriyê Sêmalka jî ji aliyê xwe ve girt.

Tevî wê jî û li ber sermayê, malbatên şehîdan di domandina çalakiya xwe de bi biryar in.

Back to top button