Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Til Hemîsê li 18 hezar malbatan beşa yekemîn a mazotê belav kir.
Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Til Hemîsê ya girêdayî Kantona Qamişlo, beşa yekemîn a mazotê li şêniyên 350 komînan belav kir.
Komîteyê li 18 hezar malbatan 3 milyon û 600 hezar lître mazot belav kir.
Endamê komîteya sotemeniyê ya Til Hemîsê Ebdilxenî Xenam diyar kir ku wan ji her malbatekê re bi 15 û 600 lîreyê Sûrî 200 lître mazot belav kirine.
Xenam anî ziman ku belavkirin bi rêya komînan û bi amadebûna endamê Komîteya Sotemeniyê û endamekî ji meclisan hate belavkirin.
Dihat payîn ku xebata belavkirina beşa yekemîn a mazotê di destpêka meha Kanûnê pêk bihata.
Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker yê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavkirin dereng ma.