Li gorî çavdêriya Sûrî, motorsikêteke bombekirî li Serê Kaniyê teqiya, ziyanên canî û madî çê bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li bajarê Serê Kaniyê ya dagirkirî motorsikêteke bombebarkirî li nêzî nexweşxaneya Niştimanî ya bajêr teqiya.
Di encamê de ziyanên canî û madî çê bûn.
Beriya du rojan jî, motorsikêteke bombebarkirî li nêzî avahiya “êmê sawalan” a bajêr teqiyabû û di encamê de jê zaroke û jinek, 8 kes hatin kuştin û zêdeyî 19 kesî jî birîndar bûbûn.