Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê biryara dewleta Tirk a qedexeya hevdîtina bi Rêveber Apo re şermezar kir.
Şêniyan destnîşan kirin ku wê tê bikoşin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.
Desthilata Tirk 7`ê Gulanê bi hinceta “cezayên dîsplînê” hevdîtina malbat û parêzeran a bi Rêber Apo re, heta 3 mehan qedexe kiribû.
Şêniyên bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi meşekê biryar şeremzar kir.
Meşa navendî li bajarê Dêrikê pêk hat.
Meş li qada Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê veguherî mitingê.
Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê Îdrîs Ehmed axivî û got:
“Desthilatên hegemonîk, azadî, wekhevî û neteweya demokraîtk qebûl nakin, lew ra Rêber Apo dîl girtin û tecrîda li ser girantir kirin.
Bi biryarên xwe binpêkirina mafan didomînin.”
Ehmed Dawiyê de diyarkir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, divê têkoşîn were xurtkirin.
Endamê Meclisa Bajarokê Til Koçerê Elî Ubeyd jî destnîşan kir ku gelê herêmê wê bêdeng nemînin û dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.



