![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/QSD-NASNAME-1.jpg)
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê nasnameya 3’ê şehîdan eşkere kir.
QSD’ê ji Malbatê Şehîdan û gelê herêmê re sersaxî xwest û got:
“Emê têkoşîna şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin û nahêlin ku hêzên terorîst aramiya herêma me têk bibe.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe yê şehîd eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniyê de ragihand ku 3 şervanên wan li bajarokê Şihêl ê gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, di encama teqîneke terorîstî de şehîd bûn û got:
“Erebeyek ji aliyê xwekujekî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ve li ber deriyê sereke yê yek ji nuqteyên me yên leşkerî hat teqandin.
Dema çeteyê DAIŞ’ê hewl dida derbasî nuqeteya me ya leşkerî bibe, şervanên me li ber xwe dan û nehiştin bikeve hundir, ji ber wê jî xwe li ber derî teqand.
Di encam de 3 şervanên me Elî Silêman El-Elêwî bi nasnav Bîro, Mihemed Cûmma El-Receb bi nasnav Ciwan û Mehmûd Ehmed El-Hemûd bi nasnav Xêber şehîd bûn.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê herêmê re dixwazin.
Em soz didin ku tola xwîna şehîdên xwe ji qatil û terorîstan hilînin û em ê nehêlin ew ewlehî û aramiya herêmên me têk bibin.”
Agahiyên derbarê nasnameya Şehîdan de wiha ye:
Nasnav: Pîro
Nav û Paşnav: Elî El Ilêwî
Navê Dayikê: Wedha El Hemade
Navê Bav: Silêman
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El Becdelî/1999
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor-Şihêl/10 Gulan 2024
Nasnav: Ciwan
Nav û Paşnav: Mihemed Receb
Navê Dayikê: Hesa
Navê Bav: Cuma
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hedadiye-2001
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor-Şihêl-10Gulana 2024
Nasnav: Xeyber
Nav û Paşnav: Mehmûd El Hemûd
Navê Dayikê: Ferîda El Sîrac
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El Bû Kemal- 2004
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor-Şihêl-10 Gulan 2024.