Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand.
Rêveberiyê diyar kir ku zimanê kurdî bi polîtîkayên dewletên serdest ên Kurdistanê re rastî qirkirina çandî hat.
Lê tevî van polîtîkayan jî gelê Kurd hebûn û zimanê xwe parastin.
Rêveberiyê daxuyakirin ku wê xebatên xwe bidomin da ku zimanê kurdî ne tenê li herêmê lê li tevahî Sûriyeyê bibe zimanekî fermî.



