HPG: Nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên 7’ê Kanûna 2021’ê li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got:
“Hevreyên me yên şehîd heta nefesa xwe ya dawî bi hişmendiyeke xurt û dilsoziyeke kûr têkoşiyan û mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên 7’ê Kanûna 2021’ê li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me Denîz û Rustem di 7’ê Kanûna 2021’ê de li herêma Xakurkê di êrişa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bûn.

Ewladên leheng ên gelê Kurdistanê hevrêyên me Denîz û Rustem ku li dijî êrişên qirkirinê yên li ser gelê me bi tevlîbûna li nava tevgera me ya azadiyê xwestin bibin bersiv.

Di dema şerê herî giran de xwestin li eniyên herî pêş cih bigirin û pêşniyara vê yekê kirin.

Hevrêyên me Denîz û Rustem bi hêza ji îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo wergirtî gelek wezîfeyên zehmet bi cih anîn û bûn milîtanên bi biryar û serketî.

Heta nefesa xwe ya dawî bi hişmendiyeke xurt û dilsoziyeke kûr têkoşiyan û mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin.

Hevrêyên me Denîz û Rustem li dijî êrîşên dijmin jiyaneke li ser xeta fedaîtiyê tercîh kirin û tevlî karwanê nemiran bûn.

HPG: Emê têkoşîna Şehîdan bi biryardarî berdewam bikin

HPG’ê herî dawî sersaxî ji malbat û gelê kurdistanê re xwest û got:

“Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Denîz û Rustem em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe ji cihê mayî bi biryardarî dewam bikin.

Agahiyên derbarê nasnameya şehîde wiha ye:

Nasnav. Denîz Aras Kobanê
Nav Paşnav: Necla Adil Buzî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik: Xezal
Navê Bav: Adil
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Kanûna 2021 / Xakurkê

Nasnav: Rustem Cûdî
Nav Paşnav: Apo Aşkan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik Caziye
Navê Bav: Recep
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Kanûna 2021 / Xakurkê

Back to top button