![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/Adjustment-Layer.00_52_10_21.Still182.jpg)
Rêxistina Stêrk a Mafên Zarokan bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar kir û bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.
Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên Kantona Efrîn-Şehbayê, birîndarkirin û kuştina zarokan de daxuyaniyek da.
Hejmarek zarok tevlî xwendina daxuyaniyê bûn û wêneyên zarokê bi navê Farist Îbrahîm ê ku di êrişa dewleta Tirk a 18’ê Gulanê de birîndar bû û duh (19`ê Gulanê) şehîd bû, hildan.
Daxuyanî li pêşiya navenda Rêxistina Stêrk a li bajarê Qamişlo ji aliyê endama rêxistinê Rojda Xelîl ve hat xwendin.
Rojda Xelîl êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiye navneteweyî şermezar kir û got: “Em bang li aliyên peywendîdar dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û rê li ber êrişên dewleta Tirk bigirin.”