Li herêmê 500 lîreyê Surî li ser nirxê nan hat zêdekirin

Rêveberiya Xweser nirxê kîsek ango rebtek nan bi 500 LS bilind kir.

Ev yek jî piştî bilindkirina nirxê ardê ku ji kargehan heta nan-pêjxaneyên li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Destya Çandinî û Avdanê û desteya Aborî biryar dane kompaniyên pêşketina civakî, kargeh û nanpêjgehan ku nirxa nû ya ard û nan bipejrînin.

Ji ber wê, nan bi buhayê hezar û 400 LS bigihêje destê kesên rayedar û ji bo serfkaran jî bi buhayê 1500 LS ye.

Beriya niha, ji nanpêjgehan re rebtek nan bi 900 LS bû, lê ji bo firoşkaran bi hezar lîreyî dihat firotin.

Li gorî biryarê nirxê buhabûna tonek ard bûye 800 hezar LS.

Back to top button