Fîlmê ‘Berfîn’ cara yekem, li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo hat pêşandan.
Fîlmê ‘Berfîn’ 2016’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye kişandin.
Ev fîlm tevlî mîhrîcanan bûye û li gelek cihan hatiye pêşandan.
Li Rojvayê Kurdistanê jî cara ewil li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat pêşandan.
Bingeha kevneşopiya fîlmên ku rastiya gel nîşan didin bi hunermend Yilmaz Guney û Xelîl Dag hat afirandin.
Ev kevneşopî, bi fîlma ‘Berfîn’ ku derhêneriya wê rêvebera Sîne Çiya Ozlem Arzeba û ekîba wê dike didome.
Dê fîlma ‘Berfîn’ 21 û 22’ê Gulanê jî saet 19’an li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bê nişandan.