Li Minbicê şehîd Şerîf El Şerîf hat oxirkirin

Şêniyên Minbicê û bajarê Sirînê cenazeyên şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şerîf El Şerîf û Eyhem Sirîn oxir kirin.

Şehîd Şerîf El-Şerîf 21’ê Gulanê dema erka xwe pêk tanî şehîd bû.

Şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşgerî li goristana şehîdan ya Minbicê kombûn.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Şirêdir axivî û got:

“Şehadet îsrara me ya berxwedanê zêde dike. Ew ji bo me serbilindî ye.

Tiştê herî binirx ew e ku mirov ruhê xwe ji bo welat û gelê xwe feda bike.

Şêniyên Sirînê şehîd Eyhem Sirîn spartin axê

Li bajarê Sirîn jî şêniyên bajar ji bo oxirkirina şehîd Eyhem Sirîn li goristana şehîdan kombûn.

Şervanê Meclisa Leşkerî yê Minbicê Eyhem Sirîn 21’ê Gulanê şehîd bû.

Rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşgerî tevî rêxistinên jinan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Cedir sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Şehîd Eyhem bê teredûd ji bo parastina axa xwe, canê xwe feda kir.

Lewma em soz didin ku armancên wî pêk bînin û li dijî dagirkeran tê bikoşin.”

Back to top button