Piştî 211 rojan parêzeran karîn bi Silêman Ehmed re hevdîtinê bike

Rojnamevanê Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 7 mehin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Herî dawî di bin zextên sivîl ên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî de, destûr hat dayîn ku parêzerên wî hevdîtinê pê re bikin û bi malbata xwe re bi rêya telefonê baxive.

Rojnamevanê Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 211 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehemd Beşdar Hesen doh ji Rojnews’ê re ragihand ku destûr hat dayîn bi Silêman re hevdîtinê bike û ji bo du deqeyan jî bi rêya telefonê bi malbata xwe re baxive.

Beşdar Hesen diyar kir ku doh li gel gelek parêzeran ji bo parastina dosyaya rojnamevan Silêman wan serdana Dadgeha Lêkolînê ya Duhokê û Rêveberiya Asayîşa Duhokê kirin.

Parêzer Beşdar Hesen: me rewşa tendurstiya Silêman Ehmed baş dît

Parêzer Beşdar Hesen derbarê hevdîtina bi Silêman Ehmed re wiha got:

“Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin.

Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewl dane kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand.

Em gelek keyfxweşin ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî bidome.”

Parêzer Beşdar Hesen: Ta niha tu tomet li ser Silêman Ehmed tune

Parêzer Beşdar Hesen tekez kir ku heta niha tu tomet li ser wî nehatine tesbîtkirin û wiha axaftinê xwe bi dawî kir:

“Em ê di demên pêş de ji bo ku doza wî bibin dadgehê xebatên xwe zêdetir bikin û ji xelkê re ragihînin ku çi rojek Silêman Ehmed bê dadgehkirin wê bê berdan.”

Back to top button