Artêşa dewleta Tirk a qirker, dawiya Gulanê bi balafirên bêmirov êrişî Amûdê û Til Hemîs kiribû.
Hêzên QSD’ê ragihand ku di van êrişan de, 4 şervanên wan şehîd bûne.
QSD’ê nasnameya şervanan jî bi raya giştî re parve kir.
Beriya niha bi 4 rojan artêşa dewleta Tirk a qirker bi balafirên bêmirov êrişî quqteyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê yên li Amûdê û Til Hemîs kir.
Dema tîmên tenduristiyê xwestibûn xwe bigihînin birîndaran jî bûbûn armanca êrişan.
QSD’ê wê demê diyar kiribû ku di êrişê de, 4 şervanên wan şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê îro bi daxuyaniyekê nasnameyên van cangoriyan jî eşkere kir.
QSD: 4 şervanên me di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn
QSD’ê diyarkir ku dewleta Tirk bi van êrişan careke din nîşan da ku ew li dijî aramiya herêmê ye û got:
“Êrişa li ser nuqteyên hêzên me ji ber siyaseta wê ya di çarçoveya qirker û wêraniya li ser herêmê de pêk hatiye.
Di êrişên 31’ê Gulanê de, şervanê me Bahoz Kobanê, Muhened Mihemed Ehmed, Îlan Efrîn û Dilşêr Efrîn şehîd bûn.”
QSD’ê li ser têkoşîna şehîdan wiha got:
Heval çar hevalên me piştî rêwîtiya dem dirêj a têkoşîn û berxwedanê ya di nava refên hêzên me de, li ser erka xwe bûn şehîd bûn.
Hevrê Bahoz Kobanê tevî ku nû tev li refên hêzên me bibû, mînaka şervanê bi dîsiplîn bû
Hevrê Botan Serêkaniyê xwedî berxwedaneke demdirêj a di nava hêzên me de bû.
Yek ji hêviya wî ew bû bajarê xwe Serêkaniyê ya dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bibe.
Hevrê Botan di nava hevalên xwe de bi mirovê mîsyonên zehmet dihat binavkirin.
Hevrê Îlan Efrîn ji herêmên ku xelkê wê bi darê zorê ji malên xwe koçber bûme hatiye.
Bi kîn û intiqama ji dijminê ku mal û xaka wê dagir kiriye, bi baweriya bi rizgarkirinê tev li refên hêzên me bû.
Hevrê Dilşêr Efrîn yê demek kin de tevlî hêzên me bûyî, pisporê şer dişopand.”
QSD’ê ji malbatên cangoriyan re sersaxî xwest û got:
“Berdêl çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin û ewlehiya herêmên xwe biparêzin.”
Agahiyên derbarê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Bahoz Kobanê
Nav û Paşnav: Mihemed Ebdî
Navê Dayikê: Naz
Navê Bav: Hecî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê-1998
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-Gundê Hatimiyê-31-Gulan 2024

Nasnav: Botan Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Muhened Ehmed
Navê Dayikê: Zekî
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Serêkaniyê-2000
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-Til Hemîs-31-Gulan 2024

Nasnav: Îlan Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Reşîd
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Hikmet
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Efrîn-2003
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-Gundê Hatimiyê-31-Gulan 2024

Nasnav: Dilşêr Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Îbiş
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Hemîd
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Efrîn-2000
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-Til Hemîs-31-Gulan 2024.



