Xelkê Helebê cenazeyê şervanê QSDˊê, şehîd Qehreman (Mezlûm Welîd Osman) oxir kir û got ew ê rêça şehîdan bişopînin û tola wan hildin.
Li Helebê jî merasîma oxirkirina şervanê QSDˊê, şehîd Qehreman hebû.
Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe da goristana şehîdan a li herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûdê û şervanê QSD’ê Qehreman ê ku di 1ˊê Hezîranê de li Hesekê şehîd bibû, spart axê.
Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Helebê Hemze Heleb axivî û got:
Kesên ku di merasîmê de axivîn qala armancên şehîdan kirin û gotin:
“Divê em bi rêya nirx û rêgezên şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin, da ku hêviyên şehîdan pêk bînin.”
Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.



