Hevserokên Giştî yên DEM Partî û DBP’ê li dijî darbeya Qeyûm a li Colemêrgê bi rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî yên bajar re civiyan.
Di civînê de DEM Partiyê diyar kir ku mîna doza Kompasê ya Kobanê, biryara tayînkirina qeyûm jî li qesrê hate dayîn.
Her wiha DEM Partiyê bersiva bangên ji bo Hilbijartinên pêşwext jî da û got:
“Ev mijar di rojeva me de tûneye, lê ji bo me îradeya gel esas e.”
Li Enqereyê jî Parlementerên DEM Partiyê bi Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê re hevdîtin pêk anîn.
Li Colemêrgê berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm îro jî dewam kir.
Li dijî darbeya siyasî, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk DBP jî, bi rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî yên bajar re civiyan.
DEM Partî: Mîna doza Kompasê ya Kobanê, biryara tayînkirina Qeyûm jî li qesrê hate dayîn
Beriya civinê ji hevserokên DEM Partî Tulay Hatîmogûllari ji çapemeniyê re axivî û diyarkir ku mîna doza kompasê ya Kobanê, biryara tayînkirina qeyûm jî li qesrê hate dayîn
Tulay Hatîmogûllari got:
“Ev doze tevek jî dozên siyasî ne û heta biryar neyê dayîn divê hevşaredar ji peywirê neyê girtin.”
DEM Partî: Mafê daxwaza Hilbijartina pêşwext a Partiyên siyasî û gel heye
Her wiha li ser pirsên têkildarî banga hilbijartina pêşwext jî Tulay Hatimogullari axivî û destnîşan kir ku ev mijar di rojeva wan de tûneye.
Lê belê Tulayê anî ziman ji bo wan îradeya gel esas e û wiha got:
Helbet daxwaza gelên Tirkiyê ya di vê mijarê de zêde dibe. Gelek sedemên vê hene.
Di rewşekî qeyûm tên tayînkirin û mafê bijartin û hilbijartinê ji holê hatiye rakirin de mafê daxwaza hilbijartina pêşwext a partiyên siyasî û gel heye.”
Efrin revandin hevserokên DEM Partî û DBP’ê li aliyê bajêr Meşiyan: Bijî berxwedana Colemêrgê
Piştî civînê siyasetmedarên ku derketin kolonan, li çar aliyê bajêr meşiyan û serdana gel kirin.
Parlamenterên DEM Partiyê bi Wezareta Karê Hundir re hevdîtin pêk anîn
Li dijî darbeya qeyûm, li Enqereyê jî Serokwekîlên Koma DEM Partî û gelek parlementer çûn Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê û hevdîtin pêk anîn.
Beriya hevdîtinê, li pêşiya Meclîsa giştî a Tirkiyê têkildarî xesrpkirina şarederiya Colemêrgê, daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de Serokwekîla Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît diyarkir ku xetereya darbeya hatiye kirin li tevahiya welêt belav bibe heye.
Gulistan anî ziman divê her çar aliyên Tirkiyê li dijî vê darbeyê bisekinin û bal kişand ser sewqiyata hêza leşkerî ya li Colemêrgê.
Di vê çarçoveyê de Gulistan Kiliç bang li Wezareta Karê Hundir kir ku tavilê dawî li vê tundiya hêzên ewlekariyê bîne.
Piştî daxuyaniyê parlamenter ber bi Wezareta Karên Hundir ve meşiyan.
DEM Partiyiyên gihiştin pêşiya wezaretê, bi rayedarên re hevdîtinan kirin.



