HPG nasnameya 3 gerîlayên ku 2020’an de şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku 7’ê Hezîrana 2020’an li Avaşînê şehîd bûne eşkere kir û bi minetdarî bî bîr anî.
HPG’ê got; Em soz didin heta ku em têkoşîna azadiyê digihînin serketinê, ser rêya ku şehîdan vekiriye bimeşin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî din nasnameya 3 gerîlayên ku 7’ê Hezîrana 2020’an şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku di êrîşa dijmin a li herêma Avaşînê de, gerîlayên bi nasnav Serxwebûn Sêrt, Şerker Botan û Xemgîn amûdê şehîd bûn.

HPG’ê hevreyên xwe yên şehîd bi bîr anîn û got:

Hevrêyên me Serxwebûn, Şerker û Xemgîn ji bo azadiya gelê me ji Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan çiyayên azad û bi têkoşîn û keda xwe berdêlekî mezin dan.

Bi domdarî HPG’ê behsa têkoşeriya gerîlayên şehîd kir û derbarê hevrê Serxwebûn Sêrt ev tişt anî ziman:

Hevrê Serxwebûn di gelek çalakiyên li dijî dijmin cih girt û her carê hêza Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îspatkir, bi tevlîbûna xwe ya fedayî, ji hevrêyên xwe re bû mînak.

HPG’ê diyar kir hevrê Şerker jî bi kesayetiya xwe ya durust û sekna xwe ya zelal bû milîtaniyeke mînak ê PKK’ê û got:

Şehîd Şerker jî bû şoreşgerekî mînak ji bo tevahiya ciwanên Kurdistanê bi taybetî ciwanên Başûrê Kurdistanê.

Li ser jiyan û kesayeta gerîlayê şehîd Xemgîn Amûdê jî, HPG’ê wiha got:

Hevrêyê me Xemgîn ku li Rojava bû xwedî tecrûbeyên leşkerî, li nava gerîla jî demeke kurt hînî jiyana çiyê û gerîla bû.

Di wextekî de ku şerê li dijî dagirkeran giran bû, hevrêyê me bi berpirsyariya xwe ya dîrokî tevgeriya.

Di serî de malbatên gerîlayên şehîd, HPG’ê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê xwest û destnîşan kir ku heta mîsogerkirina têkoşîna azadiyê ewê li ser rêya şehîdan bimeşin.

Li gor daxuyaniya HPG’ê nasnameya şehîdan bi vî rengî ye:

Nasnav: Serxwebûn Sêrt
Nav û Paşnav: Îrfan Ayhan
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik: Gulistan
Navê Bav: Fikrî
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020’yan / Avaşîn

Nasnav: Şerker Botan
Nav û Paşnav: Bextiyar Abdullah
Cihê Jidayikbûnê: Silêmanî
Navê Dayik: Kafiya
Navê Bav: Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020’yan / Avaşîn

Nasnav: Xemgîn Amûdê
Nav û Paşnav: Mahîr Xerîb
Cihê Jidayikbûnê: Amûdê
Navê Dayik: Aliya
Navê Bav: Mahmûd
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020’yan / Avaşîn

Back to top button