Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê li parka 10’ê Gulanê pêşangehek bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin” li dar xist.
Tê de pirtûk û wêneyên Rêber Apo hatin pêşandan.
Bi dehan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweser, deste, meclisên wê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de pirtûkên Rêber Apo, wêneyên wî yên ku kurtejiyana wî li ser hatine nivîsîn hatin pêşandan.
Di heman demê de nameyên şehîd Zîlan û Sema hatin xwendin.



