Rêkixistina Dakok diyar kir ku li bajarên Glasgow, Newcastle, Manchester û Birmingham yên Brîtanyayê li dijî revandin û girtina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve çalakiyan girseyî bên lidarxistin.
Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve 239 rojin girtiye.
Wê di 28’ê Hezîranê de çalakiyan girseyî bên lidarxistin.
Rêkxistinê bang li Kurdên li Brîtanyayê kir ku tevlî çalakiyan bibin.
Rêkxistina Dakok bang li Kurdên Bêrîtanyayê kir ku di 28’ê Hezîranê de piştî nîvro li bajarên Glasgow, Newcastle, Manchester û Birminghamê tevlî çalakiyên li dijî revandina rojnamevan Silêman Ehmed bibin.
Herwiha rêkixistinê diyar kir ku dadgehên li herêmên di bin serweriya PDK’ê de ne dadperwerin û bi awayek ne rewa û neheq ceza li gelek çalakvan û rojnamevanan biriye.



