29’ê Gulanê Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hevdîtinên xwe yên li gel şêx û rûspiyên Ereb dabû destpê kirin .
Di vê çarçoveyê de Insyatîfê serdana şêxê qebîleya El Cibûr Deham Ebdullezîzî El Mislit kir.
Berdevkê Înisiyatîfê Ferzende Munzur, endamên înisiyatîfê Fûad Çolî û Ebdulîlah Erebo,
Sekreterê giştî yê Partiya Muhafezkaran Ekrem Mehşûş serdana mala şêxê qebîleya El Cibûr kir.
Ferzende Munzur bal kişand ser armanca pêngava naveteweyî ya ji bo azadiya Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd.
Şêxê qebîleyê Deham Ebdulezîz El Misliet jî diyar kir ku wî çend caran bi Rêber Apo re li Sûriyeyê hevdîtin kiribû û got:
“Rêber Apo dostê pêkhateyê Ereb e. Xwediyê fikr û felsefeyeke gewre ye, sembola azadî û aştiyê ye.”
Deham Ebdulezîz El Mislit bang li aliyên ewropî û navneteweyî kir ku ji pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdana Êla El-Şemer kir



