Piştî ku karwanek ji wesayitên leşkerî û çekên giran yê artêşa Tirk li sînorê Berwarî Bala û Amêdiyê derbasî nav axa Herêma Kurdistana Iraqê bû, artêşa Tirk li herêmê nuqteyên kontrolê çêdike û nasnameyan ji welatiyan dixwaze.
Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê, heta niha çend welatî bi tometên cuda ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatine binçavkirin.
Her wiha bang li welatiyan kirin ku bêyî nasname tevgenegirin û negerin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ev çend şevin bi karwanên wesayitên leşkerî, çekên giran û navîn bi alîkarî,
piştgirî û pêşengtiya PDK’ê ve ber bi herêma Berwarî Bala ya li dikeve sînorê navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê ve diçin.



