Li Bolîvyayê yekîneyên artêşê navenda siyasî ya La Pazê kontrol kirin û êriş birin ser qesrê.
Di heman rojê de hewldana derbeyê hat astengkirin.
Li gorî agahiyên ku di çapemeniya herêmî de hatin belavkirin, Zuniga hat binçavkirin.
Yekîneyên artêşê yên bi çekên giran hewl dan navenda siyasî ya La Pazê bi dest bixe û polîsên leşkerî hewl dan bikevin hundirê qesrê.
Serokdewletê Bolîvyayê Luis Arce bang li welatiyan kir ku ji bo parastina demokrasiya li welêt li dijî hewldana darbeyê dakevin qadan.
Li La Paz a paytexta Bolîvyayê ku yek ji welatên Amerîkaya Başûr e, bi pêşengiya Sererkanê Giştî yê berê General Juan Jose Zuniga hewldana derbeyê hat astengkirin.
Li gorî agahiyên ku di çapemeniya herêmî de hatin belavkirin, Zuniga hat binçavkirin.
Hewldana derbeyê hat astengkirin
Serdozgeriya Komarê bi sûcdariya terorîzm û serhildana çekdarî ya li dijî ewlehî û serweriya welat lêpirsînek li dijî Zuniga û efserên piştevaniya wî da destpêkirin.
Piştî hewldana derbeyê, Arce Zuniga ji kar derxist û Jose Wilson Sanchez wek Serfermandarê Giştî tayîn kir.
Şahidên bûyerê ragihandin ku bi talîmata Sanchez maşînên zirxî û leşker ji meydana navenda bajêr vekişiyane û li Meydana Murîlloyê jî polêsan dîsa kontrol kirine.
Wezîrê Karên Hundir ê Bolîvyayê Eduardo del Castillo ragihand ku di hewldana derbeya têkçûyî ya li welêt de 9 kes birîndar bûne.



