Biden û Trump ku dê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de têbikoşin, beriya hilbijartinê di yekemîn duela televizyonê de dê bên hemberî hev.
Aborînasên xwediyê Xelata Nobelê li hember ji nû ve hilbijartina Trump hişyarî dan.
Dueleya hilbijartinê ya 90 deqîqeyan ku wê li bajarê Atlantaya eyaleta Georgia ya Amerîkayê di televizyona CNNê da bê kirin, li gor saeta herêmî saet 21.00’an dest pê dike.
Di duela televizyonê ya di navbera Biden û Trump de dê mijarên siyaseta navxweyî yên wekî polîtîkaya koçberiyê û mafên kurtajê û her wiha şerê Ukrayna û Xezayê bên rojevê.
Dueleya televizyonê ya bê ya di navbera her du lîderan de tê plankirin ku di 10’ê Îlonê de were kirin.
Dema duela televîzyonê ya di navbera Biden û Trump de jî zû û neasayî tê hesibandin.
Tê çaverêkirin ku serokê berê Trump di kongreya Partiya Komarî ya nîvê Tîrmehê de bi fermî ji bo serokomariyê were destnîşankirin.
Tê çaverêkirin ku Biden jî di kongreya Partiya Demokrat a meha Tebaxê de bi fermî ji bo serokomariyê were destnîşankirin.



