Endama Mor Çati û derûnînas Leyla Soydiç, bal kişand ser asta kuştin û tundiya li dijî jinan ya li Bakurê Kurdistan û Tirkyê û diya ku Kuştin û êrişkirin ne nexweşiyeke derûniyê ye, ev sûc ji ber ji ber gotin û polîtîkayên desthilatdariyê pêk tê.
Bakurê Kurdistan û Tirkyê yek ji welatên ku mafê jinê lê hatiye windakirin û bi her awayî rastî tundiyê tên.
Li gorî daneyên ajansa ‘JINNEWS’ê ya sala 2022’an herî kêm 311 jin li bakurê kurdistan û Tirkyê hatin kuştin. 181 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di sala 2023’yan de jî herî kêm 320 jin hatin kuştin û mirina 189 jinan jî bi guman e.
Îsal jî heta neha 154 jin hatine kuştin.
Endama Mor Çati û derûnînas psîkolog Leyla Soydiç, derbarê kuştin, êriş û tundiya li dijî jinan de axivî.
Leyla diyar kir ku Qanûna li Tirkyê piştgiriyê dide sûcên zihnîyeta mêrê serdest û jêre dibe destek.
Mêr dixwaze her tim jinê kontrol bike û hêza xwe nîşan bide.
Kuştin û tundiya ji ber polîtîkayên desthilatdarî pêk tê.
Leyla bal kişand ser rewşa jinan li Bakurê Kurdistan û Tirkyê û wiha got:
Di demên dawiyê de rojê herî kêm 10 jin tên kuştin.
“Li dijî kuştinên jinan divê têkoşîneke bi hêz bê dayîn.
DEM Partî tacîzkirina 2 zarokan ji aliyê çawîşên pispor ve şermezar kir
Ev sûc ne tenê li dijî jinan heman demê li dijî zarokan jî tê meaşndin.
Di konesyeke li Çelê hat lidarxistin çawîşên pispor 2 zarok tacîz kirin.
DEM Partî ya Çelê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê ev sûc şermezar kirin.
Di daxuyaniyêde Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût bang li her kesî kir ku çavên xwe li himber van sûcan negrin.



