Di êrîşên Rûsyayê yên li ser Dniproyê de herî kêm 5 kes mirin û zêdetirî 47 kes jî birîndar bûn.
Yek ji êrîşan zirar da navendeke mezin a danûstandinê û herwiha tesîsên din ên derdorê.
Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku bi qasî 2,4 mîlyar dolar alîkarî bişînin Ukraynayê.
Rûsyayê roja Çarşemê di saetên sibe de bi mûşekan û balafirên bêmirov êrîşî bajarê Dnipro yê li rojhilatê Ukraynayê kir.
Di êrîşan de ku camên navendeke bazirganiyê hatin teqandin, herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 50 kes jî birîndar bûn.
Şaredarê herêmê Borys Filatov ragihand ku di encama êrîşê de camên 2 dibistan û 3 kireşxaneyan şikestin û her wiha ji ber mayînan nexweşxaneyeke zarokan jî zirar dît.
Di vîdyoyekê de ku ji aliyê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski ve li ser medyaya civakî hat weşandin, tê dîtin ku mûşek li çaremîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê derbas dibe.
Di êrîşa li ser bajarê Dnipro de herî kêm 5 kes mirin
Rayedarên herêmî ragihandin ku di êrîşê de keçeke 14 salî jî di nav de 47 kes birîndar bûne.
Dnipro di dema şer de wekî navendek girîng a lojîstîkê xizmet kir.
Hêzên Rûsî zincîre êrîşên kujer li ser bajar û devera derdorê pêk anîne ji dema ku ew di sala 2022’an de Ukrayna dagir kirin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şerê Rûsya û Ukraynayê de zêdetirî 10 hezar hatiye kuştin û 20 hezar kes jî birîndar bûne.
Rayedarê herêmê Oleh Suniehobv ragihand ku di encama bombebarana li Xarkiv a Rûsyayê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûne.
Roja Çarşemê, Serokwezîr Denis Shmyhal ragihand ku Ukraynayê 2 mîlyar euro ji Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) di çarçoveya deynek berdewam de wergirtiye.
Tê çaverêkirin ku 14 mîlyar euroyên din di bin peymanê de ji Ukraynayê re werin veguheztin.
Şimîhal diyar kir ku pereyên herî dawî yên hatine wergirtin dê ji bo dayîna alîkariyên civakî û mûçeyên doktor û mamosteyan bên bikaranîn.
Amerîka bi qasî 2,4 mîlyar dolar alîkarî bişîne Ukraynayê
Ji aliyê din ve alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê didomin.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku bi qasî 2,4 mîlyar dolar alîkarî bişînin Ukraynayê.
Wezaretê da xuyakirin ku di nav alîkariyê de top û moşekên dijî tankê yên ji bo pergalên parastina hewayî hene.
Koreya Başûr dê dest bi şandina alavên leşkerî ji Ukraynayê re bike



