Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk, derbarê tecrîda giran a li dijî Rêber Apo ku 40 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin de axivî û got: “Agahî negirtin tê wateya israrkirina çaresernekirina pirsgirêka kurd e.”
Tercîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan didome û 40 meh in jî agahî jê nayê girtin.
Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê parêzer Raziye Ozturk, derbarê tecrîdê de axivî.
Raziye Ozturk tecrîda li Îmraliyê bi êşkenceyê bi nav kir û wiha nirxand:
Raziya Ozturk: Li hemberî hiqûqê bêbaweriyek heye
“40 meh in agahî nayê girtin. Ev rewş tê wateya Êşkenceyê.
Ev êşkence ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye qebûlkirin û bi raporên CPT’ê li holê ye.”
Mîsyonek me ya hiqûqanasan heye ku parastina mafê mirovan û pêkanîna edaletê bike.
Li hemberî hiqûqê bêbaweriyek heye. Peyva hiqûqê ji holê hat rakirin.
Em parêzer li dijî vê jiyanê bertek nîşan didin.
Ev bertek hewldaneke mirovî ye.”
Raziya Ozturk: Li dijî tecrîdê berxwedanek mezin heye
Raziye Ozturk balkişand ser çalakiyên ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo têne kirin û wiha anî ziman:
“Li dijî tecrîdê berxwedaneke mezin heye.
Girtî bi çalakiyên xwe hewl didin ku rewşa îşkenceyê ya Îmraliyê teşhîr bikin.
Ji hêla gel ve meş tên lidarxistin, ne tenê li Tirkiyê li her çar parçeyên Kurdistanê çalakî tên meşandin.”
”Domandina tecrîdê bi piştevaniya dewletên Ewropayê pêk tê”
Raziye Ozturk da zanîn ku tecrîd domandina komploya navneteweyî ye û got:
“Anîna Birêz Ocalan a Tirkiyê bi piştevaniya dewletên din pêk hat.
Domandina tecrîdê jî bi piştevaniya dewletên Ewropayê ve pêk tê.
Dosyayên me yên li DMME li benda biryaran e, ev bendewarî tê wateya domandina tecrîdê.
Birêz Ocalan nûnertiya bi milyonan Kurd dike.
Pradîgmaya Birêz Ocalan ne tenê ji bo Gelê Kurd e, her wiha pergala heyî jî ji binîve dihejîne.
Avakirina modernîteya demokratîk dê vê pergalê hilweşîne.
Ji ber vê yekê vê pergalê naxwazin, naxwazin gel rêvebertiya xwe bike, aştî pêk bê û modela mirovên azad pêş bikeve.”
Parêzer Raziye Ozturk di dawiyê de destnîşan kir ku heya ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re neyê kirin dê serlêdanên xwe yê mekanîzmayên Konseya Ewropayê bidomînin.



