Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê rapora xwe ya meha hezîranê eşkere kir. Li gorî raporê; derheqê 22 rojnamegran de 17 doz didomin û li rojnamegerekê jî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.
Komeleya (MKG) got, ji bo serdestiya hiqûqê derkeve pêş û binpêkirina mafên rojnamegeran bêceza nemîne divê mekanîzmayên bi bandor bên avakirin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Hezîranê eşkere kir û wiha domand:
Li Tirkiyê azadiya çapemeniyê demeke dirêj e di bin zextên cur be cur de ye.
Di meha hezîranê de êrişên fîzîkî yên li dijî rojnamegeran û binçavkirinan bal kişandin.
Çopandina nûçeyên rojnamegeran hat astengkirin, bi êrişê rû bi rû man.
MKG: Derheqê 22 rojnamegran de 17 doz didomin
MKG anî ziman ku jinên rojnameger di heman demê de ji ber zayenda xwe hîn zêde bi zext û cihêkariyê rû bi rû dimînin.
Di meha hezîranê de 7 jinên rojnameger di girtîgehê de hatin ragirtin.
Derheqê 22 rojnamegran de 17 doz didomin û li rojnamegerekê jî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.
Tim gef li jinên rojnameger tê xwarin, ev yek dibe sedema gefxwarina li ewlehiya wan a derûnî û fîzîkî.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dawiyê de ragihand ku ji bo azadiya çapemeniyê bê parastin divê di qada neteweyî û navneteweyî de gavên xurt bên avêtin û got:
Avakirina qadeke ji bo rojnameger bi awayekî azad karê xwe lê bikên girîng e.
Ev yek ji kevirê bingehîn ê civakeke demokratîk e.
Têkoşîna li dijî tundî û cihêkariya li hember jinan ji bo wekheviya zayenda civakî û azadiya çapemeniyê girîng e.
Li ser vê yekê ji bo serdestiya hiqûqê derkeve pêş û binpêkirina mafên rojnamegeran bêceza nemîne divê mekanîzmayên bi bandor bên avakirin.



