Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dagirkeriyê yên dijî Başûrê Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin.
Lii bajarê Draguignan ê Fransayê, bi pêşengiya endamên Ciwanên Kurdistanî yên Fransa (CKF) meşek hat lidarxistin.
Çalakiya Jinên Ciwan ên TekoJIN û enternasyonal jî di roja 2’emîn de ye.
Li gelek bajarên Ewrûpa çalakiyên bi armanca rakirina Tecrîdê û şemrzarkirina êrişan tên li darxistin.
Lii bajarê Draguignan ê Fransayê, endamên Ciwanên Kurdistanî yên Fransa (CKF) meşek pêk anîn.
Ciwanan tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên dijî Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.
Girseya ku gihişt ber avahiya walîtiyê, ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê daxuyanî da.
Hat diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêber Apo were têkbirin, ew weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê wê her tim li qadan bin.
Her weha bal hat kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên dijî Başûrê Kurdistanê û hate gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê sûcê şer dike.
Bêyî ku hiqûqa navneteweyî nas bike, bi zorê gel ji malan derdixe.
Divê gelê Başûr rabe ser piyan û li dijî vê yekê helwest nîşan bide.”
Çalakiya Jinên Ciwan ên Kurd û enternasyonal di roja 2’an de didome
Li aliyê din Jinên Ciwan ên TekoJIN û ên enternasyonal çalakiya xwe ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di roja 2’an de didomînin.
Di rêzeçalakiyê de amûrên avakirina civakî yên kaptalîzmê û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk bi lîstika şanoyê hatin vegotin.
Rêze çalakiya ku bi dirûşma “Rêwîtiya Azadiyê” li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê wê heta 7’ê Tîrmehê bidomin.
Di roja 2’emîn ya çalakiyê de jinên ciwan li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan, tecrîd, bertekên civakî, siyasî, paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk jî bi zimanên cuda nîqaşkirin.
Pirtûkên Rêber Apo ên ku bi zimanên cuda hatine wergerandin di standê de cihên xwe girtin.
Piştî nîqaşan şanoya li ser bandorên medyaya dijîtal a li ser ciwanan, tacîz û serf-kariyê hate pêşandan.
Dawiya çalakvanan broşur û belavokên li gelê Ferensayê belav kirirn.



