Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.
Daxuyaniya şermezarkirinê li Kampa Serdem a Kantona Efrîn û Şehbayê hat dayîn.
Hate diyarkirin ku PDK hemû derfetên xwe pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker dike.
Ev jî dijminatiya li doza Kurdan e.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser çiyayên Kurdistanê û xaka Sûriyê zêdetir dike, vê yekî jî bi hevkariya PDK’ê dike.
Dawiyê bang li gelê Kurd hate kirin ku “li hemberî xiyaneta PDK’ê teslîm nebin û li dijî xiyanetiyê têbikoşin”.
Tirkiyê plana wêrankirin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin



