Artêşa Tirk a qirker ku pilan kiriye tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike rojane li dijî hemê êrişan pêk tîne.
Dagirkeran duh bi şev nava gundê Guherzê ya li Amêdiyê topbaran kirin.
Li dijî vê dagirkeriya Tirkiyê, li Iraqê nerazîbûnên tund hene.
Serokê Tevgera Hîkme Amar Hekîm, di civînekî de bêyî ku navê dewleta Tirk bîne ziman, behsa êrişên li ser serweriya Iraqê kir û got: “Ewlekarî, serwerî û xaka Iraqê xeta sorin, emê di hemû şert û mercan de xaka xwe biparêzin.”
Bi rojan sewqiyata leşkerî.
Avakirina bendên kontrolê.
Kontrolkirin nasname û gundên welatiyan.
Niha jî pilana xwe ya dema êriş û wêrankirinê hêdî hêdî pêk tîne.
Artêşa Tirk a qirker ku armanc kiriye tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike rojane herêmê bombebaran dike û êrişan pêk tîne.
Serokê Tevgera Hîkme: Serwerî û xaka Iraqê xeta sorin
Serokê Tevgera Hîkme Amar Hekîm, di civîna salane ya Şîeyên Iraqê ya li Hisêniye a Bexdayê axivî.
Amar Hekîm bê ku navê dewleta Tirk bîne ziman, behsa êrişên li ser serweriya Iraqê kir û wiha got:
“Parastina her bostek xaka Iraqê erkek pîroze û divê her kes bivê ve girêdayî be.
Serwerî û axa Iraqê xeta sorin, em tawîzê di ewlekariya welat de nadin.
Em dikarin xaka xwe biparêzin û divê li dijî van êrişan helwestek hebe.
Ji bo vê jî niha pêwîstî bi yekîtî û hewldanek hevbeş heye.”



