“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ya ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 7’an de dewam dike.
Meşvanan diyar kirin ku ji bo herkes di şert û mercên azad û wekhev de bijî divê xwedî li vê meşê derkevin.
“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ya ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hat destpêkirin, di roja 7’an de li Wanê dewam dike.
350 kesên ku parlamenter, hevşaredar, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî di nav de doh bi şev li navçeya Elbakê man.
Meşvanên di saetên serê sibê de hatin ba hev, ji navenda navçeya Elbakê ya Wanê ber bi Colemêrgê ve rêwitiya xwe domandin.
Piştî meşa 3 kîlometreyan çalakvanan civîna çapemeniyê li dar xistin.
“Qeyûm li Kurdistanê encama neçareserkirina pirsgirêka Kurd e”
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû ya daxuyanî da, anî ziman tevî hemû astengî û zehmetan meşa xwe didomînin.
Feray, destnîşan kir ku polîtîkayeke zulmê ya desthilata AKP’ê û MHP’ê li gelê kurd û gelan dike heye û got:
“Sê serdem in mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd hatiye xespkirin.
Desthilat ji bo mayîndebûna xwe destûrê nade gelê kurd xwe bi rê ve bibe û şaredarê xwe hilbijêre.
Qeyûm li Kurdistanê encama neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e.
Feray Mertoglû dawiyê destnîşan kir ku ji bo herkes di şert û mercên azad û wekhev de bijî divê xwedî li vê meşê derkevin.



