Duh li Îranê Tura duyem ya hilbijartina serokomariyê hate lidarxistin.
Di encama hilbijartinê de, Mesûd Pizîş-kiyan bû serokomarê nû yê Îranê.
Li gorî Îranê di hilbijartina tura 2’emîn de jî rêjeya tevlîbûna ji sedî 40 bû.
Lê li gorî çavdêrên siyasî, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê hîn kêmtire.
Duh li Îranê Tura 2’emîn ya hilbijartina serokomariyê hate lidarxistin.
Di encama hilbijartinê de, Mesûd Pizîşkiyan bû serokomarê nû yê Îranê.
Li gorî daxuyaniya ku Îranê daye bi giştî 30 milyon 573 hezar û 931 kes çûne ser sindoqan.
Di encama jimara dengan de, Mesûd Pizîşkiyan 16 milyon 384 hezar 403 dengan wergirtiye.
Her wiha Seîd Celîlî jî 13 milyon 538 hezar û 179 deng wergirtiye.
Di tura yekem de ji sedî 60’ê welatiyan neçibûn ser sindoqan
Li gorî mixalifên Îranê ev dane û encamên ku Îran parve kirine neraste.
Aliyên mixalif di wê baweriyê de ne, ku hêjmara kesên ku çûne ser sindoqan ji sedî 30 kêmtire.
Çavdêrên siyasî jî heman fikrin û dibêjin rêjeya ku dewleta Îranê eşkere kiriye neraste.
Di tura 1’kem ya hilbijartênê de jî sedî 60’ê welatiyan dengê xwe bikar ne-anîbûn.
28’ê Hezîranê, di navbera 4 namzetan hilbijartina serokkomariyê ya Îranê hatibû lidarxistin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Îranê ragihand namzetên hilbijartina serokomartiya Îranê nekarîn ji nîvî zêdetirê dengan bidest bixin.
Ji ber vê hilbijartin ji tura 2’mîn re mabû.
Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan kî ye?
Di encama hilbijartina tura 2’yemîn de jî Mesûd Pizîşkiyan bû serokomarê nû yê Îranê.
Mesûd Pizîşkiyan ku weke Dr. Mesûd jî tê nasîn di temenê 70 salî de ye.
Ew ji dayîkeke Kurd û bavekî Ecem li bajarê Mihabatê hatiye dinê.
Pizîşkiyan ji destpêka avabûna komara Îranê de, piştgîriyeke mezin daye dewletê û di gelek karên girîng de jî cihê xwe gitiye.
Her wiha di şerê Îran û Iraqê yê 1980’an de weke rêveberiya bijîşkan erk digirt.
Piştî şer jî, wî di gelek xebatên dewletê de erkên girîng girtin.
Piştre jî derbasî karê siyasetê bû û ev 16 sale di meclîsa Îranê de cihê xwe digire.
Mesûd Pizîşkiyan keseke ku bi taybetî ji aliyê serokê olî yê Îranê Elî Xamênêyî ve weke namzetê serokomarêyê hate nîşandan.
Vê hilbijartênê jî baweriya guherina sîstema Îranê neda gel!
Ji ber vê jî, gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ne di wê baweriyê de ne ku Pizîşkiyan bikaribe di sîstema Îranê de guheritinekî çêbike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 19’ê Gulana 2024’an helîkoptera serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî qeza kir û Reîsî jiyana xwe ji dest dabû.
Pişt wê, li Îranê hilbijartina serokomariyê hate lidarxistin.
Li Îranê serlêdana namzetan a ji bo hilbijartina Serokomariyê despê kir



