Dewleta Tirk a dagirker ji navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkeran derbasî Başûrê Kurdistanê dike.
Dewleta Tirk a dagirker ji Deriyê Sînor ê Uzumluyê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bê navber wesayitên zirxî derbas dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, artêşa Tirk gefê li şêniyên herêmê dixwe ku dernekeve derve.
Her wiha ji bo konvoya leşkerî bê derbaskirin, deriyê sînor ve girt.
Li gorî agahiyan gelek konvoy derbasî nava Başûrê Kurdistanê bûn.
Artêşa Tirk a dagirker baregeha Pêşmergeyan a li devera Amêdiyê topbaran kir



