Tevî dorpêçê jî ji bo sererastkirina rêyên sereke endazyarên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiye rêbazên nû afirandin.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji ber dorpêça hikumeta Şamê zift peyda nabe.
Endazyariyên Şaredariya Gel a her du taxan, ji bo ku rêyan bi rêbazên alternatîf sererast bikin, madeyeke wekî ziftê hilberand.
Endazyar bi alîkariya karkerên şaredariyê, bermahiyên zîfta berê kom dikin, zîfta xam û hin madeyên din tevlî hev dikin û pê rêyan sererast dikin.
Endazyarê şaredariyê û endamê rêveberiya Nivîsgeha Teknîk a şaredariyê Mihemed El Hisên der barê vê xebatê de axivî.
Mihemed El-Hisên diyar kir ku heta niha wan 300 metredam rê sererast kiriye û got:
“Rast e derfetên me kêm in, lê dîsa jî em ê xizmet gelê xwe bikin.
Ji ber dorpêçê bi zehmetiyeke mezin madeyên ji bo sererastkirina rêyan, tên peydakirin.”
Li gorî endazyarên çavdêrên projeyê, li gorî nirxandina pêşîn ev tecrube bi ser ketiye û madeya ku nû îcad kirine, di heta 6 salan xirab nabe.



