Rewşenbîrên Kantona Reqayê pesna însiyatîfên Rêveberiya Xweseriy a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryê û girîngiya nêrînên wê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi rêya diyalogên sûriyî-sûriyî dûrî destwerdanên derve da.
Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Rêveberiya Xweseriy a Reqayê Ebdurehman El Ehmed bal kişand ser giringiya diyaloga sûriyeyî-sûriyeî û got:
“Em piştgiriyê didin însiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina krîza Sûryeyê.
Her wiha em destekê didin her kesên ku hewl dide ewlehî û îstîqrara Sûriyê vegerîne”
Li aliyekî din hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriy Hesen El Mistefa got:
“Ji dêvla axaftin, lidarxistina kongre û diyalogên bê encam, divê çareseriyên krîza Sûriyê li ser erdê bên pêkanîn.”
Endamê Nivîsgeha Nîştimanî Ebdulkerîm El Esed jî da zanîn ku dagirkeriya Tirk komên terorîst şandin sûriyê da ku wêran bikin û got:
“Îro jî hewl dide xwe ji Sûriyeyê ve nêz bike û tevahî binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyê û xaka wî ji bîr kirin.”



