Koçberên Efrînê yên li Şehbayê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku dê her tim li qadan bin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe.
Koçbera ji Efrînê Îlham Şêxo tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û got:
“Em ê li hember dijmin bisekinin û berxwedanê bikin heya ku em azadiya Rêber Apo bi dest bixin.”
Her wiha Îlham bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember tecrîdê bê deng nemînin.
Şîraz Elî destnîşan kir ku Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye û wiha anî ziman:
“Em ê ji bo Rêber Apo li qadan bin û dengê xwe bilind bikin heya em azadiya Rêber Apo misoger bikin.”
Ehmed Ereb ê ji pêkhateya Ereb jî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ew ne tenê rêberê Kurdan e, rêberekî mirovahiyê ye.
Ehmed Ereb bang kir ku tecrîd were şikandin û hêzên navneteweyî bê deng nemînin.



