Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamevanan jî bang li hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku welatiyan biparêzin û rola temaşevaniyê neleyîzin.
Têkildarî mijarê Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamevanan jî daxuyaniyek weşand û êriş şermezar kir.
Navendê ragihand ku ji ber êrişên dewleta Tirk ji serê salê ve 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 9 jî birîndar bûne.
Li hemberî êrişan, Navendê diyar kir ku Hikumeta Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê tenê temaşevanin û bang li wan kir ku welatiyan biparêzin û rola temaşevaniyê neleyîzin.



