Li Ezazê xelk li dijî dewleta Tirk daketin qadan û xwestin êdî ji nava xaka Sûrî derkeve.
Xwepêşandêrên ala çeteyên dewleta Tirk ji ser avahiyên saziyan daxistîn, gotin:
Bi ti awayî nêzbûnek li gel Şamê nayê qebûlkirin.
Îro careke din welatiyên Sûrî yên li herêmên dewleta Tirk ew dagirkirine di nava çalakiyan de bûn.
Li Ezaz e tê diyarkirin ku gel êrişî saziyên qaşo Hikûmeta Demîkî ya Sûriyê a dewleta Tirkiyê avakirî, dike.
Xwepêşandan bi serenavê ”Rejîma Tirk pêşengê normalîzekirinê ye û rêberên kole jî amûrên teslîmkirinê ne” hate lidarxisitn.
Xwepêşandêran normalîzekirina Tirkiyê bi Hikûmeta Şamê re şermezar kirin.
Her wiha pankartên bi navê ”Çarenûsa şoreşê di destê şoreşgeran de ye û lihevkirin bi Esed re nepêkane” hatin hildan.
Li vir jî xwepêşandêran diyar kirin ku divê hikûmeta Tirkiyê destwerdanê li herêmê neke û dimildest xwe ji herêmê vekşîne.
Hemû binpêkirin li dijî sûriyên ku li Tirkiyê dimînin ji aliyê xwepêşandêran ve hatin şermezarkirin.
Welatiyan doza girtina hemû sazî û dezgehên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li herêmên dagirkerî kirin.
Her wiha xwepêşandêran anî ziman ku divê xebat ji bo avakirina desteyeke bilind a serkêşiya şoreşê, ku tê de meclîsên li gorî pêdiviyên şoreşê bin, derkevin.
Hêjayî bibîrxistinêye depêka Tîrmehê jî li herêmên Sûrî yên dewleta Tirk ew dagirkirine, gel li dijî wan daketibûn qadan.
Bi kuştin û binçavkirinê dewleta Tirk û komên xwe yên çete li wan herêman hovîtî pêk anîbûn.


