Şevê din artêşa Îsraîlê baregehên leşkerî yên hikumeta Şamê bombebaran kirin.
Li hêlekî din, Çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Zemle-Asreya ya rojhilatê Reqayê êrişî tankerên petrolê kirin.
Her weha li bazara bajarê Babê mayînek teqiya.
Şevê din dengê teqînên bi hêz li paytexta Sûriyê Şamê hatin bihîstin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Israîlê careke din êrişî Şamê kiriye.
Îsraîlê bi moşekan êrişî navendek leşkerî, herêma kefer-sûsê û başûrê Şamê kir.
Her wiha nuqteyek leşkerî li parêzgeha Derayê jî bûn armanca êrişan.
Pergala parastina esmanî ya hikumeta Şamê nikarîbû rê li ber êrişê bigire.
Di êrişa Îsraîlê de 7 leşkerên hikumeta Şamê û çekdarên Îranê hatin kuştin û birîndar bûn.
Derverên ku hatine armanckirin yên çekdarên Îranê ne.
Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku artêşa Îsraîlê ji serê salê ve 53 caran êrişî Sûriyê kiriye.
Di encama van êrişan de, 177 leşker û çekdar hatin kuştin û 97 jî birîndar bûne.
Her wiha 108 cihên bi temanî hatin rûxandin.
Çeteyên daiş’ê li reqayê 2 kes kuştin
Hemxwetî êrişên Îsralê li dijî Sûriyê, liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê zêdetir dibe.
Çavdêriya Sûriyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Zemle -Asreya ya li rojhilatê Reqayê ku di bin serweriya hikumeta Şamê de ye, êrişî tankerên petrolê yên hikumeta Şamê kirin.
Di encamê de 2 ajokarên tankerê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Li Babê mayînek li bazarê teqiya: 1 kuştî, 5 birîndar
Rewşa ewlehiyê li herêmên dagirkirî xirabe.
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku li bazara bajarê Babê mayînek teqiya.
Di encamê de, sivîlek hate kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Li aliyekî din Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bîlançoya 2 heya 13’ê vê mehê a êrişên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li bejahiyên Hema û Idlibê eşkere kir.
Li gorî bîlançoyê, 4 leşkerên hikumeta Şamê û çete hatin kuştin, 2 leşkerên hikumetê û 14 sivîl birîndar bûn.



