Li her 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Reqa, Tebqa, Cizîr, Firat, Minbic, Dêrazor û Efrîn-Şehbayê) 8 navendan fatureyên genim hatin dayîn.
Ji vê sibehê ve cotkarên herêmê berî didan navendan da ku fatureyên xwe bigirim.
Cotkar belgeyên xwe yên derbarê miqdarê radestkirina genim de pêşkêşî navendên dayîna fatureyan kirin.
Piştre fatureyên xwe wergirtin.
Fatureyên cotkaran bi dolaran tê dayîn û yê ji sed dolarî kêmtir bi LS ango pereyên sûrî tên dayîn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirîna kîloya genim bi 31 sentî diyar kiribû.



