Li Til Eferê di gorek komî de hestiyên 139 kesan hate dîtin.
Ji Wexfa Şehîdan a Iraqê Ehmed Esadî ragihand li gorî cil û bergên li ser qurbaniyan tê texmînkirin ku ew Êzidî û Tirkmen bin.
Cenazeyên ku hatine derxistin ji bo tespîtkirina nasnameyan bi testa DNA’yê ji saziyên tiba edlî re hatiye şandin.
Li Til Eferê di gorek komî de hestiyên 139 kesan hate dîtin.
Ev gora komî ya wan kesane ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine kuştin.
Gora komî ya Kora Elî Enter a li Til Eferê ye, 70 km dikeve rojavayê Mûsilê.
Ev çal ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve weke goreke komî dihat bikaranîn.
Çeteyan piştî her komkujiyên ku li vê herêmê pêk dianîn cenazeyên komî li vê gorê vedişartin.
Heta niha nayê zanîn ka çend cenaze di gorê de hene.
Lê lêkolîn û lêgerîn dewame.
Gelê Êzidî jî vê lêkolînê ji nêz ve dişopînin.
Li gorî agahiyên ku rayedaran ji medya Iraqê re ragihandine, hestî û bermayên 139 kesan ji gorê hatine derxistin.
Tê îdîakirin cenazeyên kesên ji gorê hatî derxistin, cenazeyên Êzîdî, Tirkmenên Şîe û karmendên hêzên ewlehiyê yên Mûsilê ne.
Ev komkujî yek ji wan komkujiyane ku çeteyên DAIŞ’ê dema gelek herêmên Iraq û Suriyê xistibû kontrola xwe de pêk anîbû.
Wê demê de çeteyan gelek gorên komî li pey xwe hiştibûn.
Bi taybet çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê li dijî Êzidiyan hovitiyek mezin dabû meşandin.
Wexfa Şehîdan a Iraqê: Dibe ku ev qurbanî Êzidî û Tirkmen bin
Ji Wexfa Şehîdan a Iraqê Ehmed Esadî ragihand ku cenaze nehatine veşartin tenê avêtine çalên ku kurahiya wan di navbera 12 û 42 metreyan de ye.
Esadî her wiha da zanîn ku beşek ji qurbaniyan bi gulebaranê hatin kuştin û beşa din jî stuyê wan hatî birîn.
Li gorî cil û bergên li ser qurbaniyan tê îdîakirin ku dibe qurbanî Êzidî û Tirkmen bin.
Cenazeyên ji bo tespîtkirina nasnameyan bi testa DNA’yê şandin saziyên tiba edlî.
Gora komî ya Kora Elî Enter piştî ku di sala 2017’an de herêm careke din ji destê çeteyan hate derxistin, hat dîtin.
Xebatên derxistina cenazeyan jî di Gulana îsal de destpê kir.



