Piştî serdana Hewlêrê, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî li gel şandeya bilind ya ewlekariyê gihişte Silêmaniyê.
Di çarçoveya bertek û helwestên li dijî dagirkeriya Tirkiyê de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî yekem helwesta hikûmeta Iraqê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kiribû.
Sudanî di civîna Encûmena Wezîran de tekezî kiribû ku ew destdirêjî û binpêkirinên Tirkiye yên li ser xaka xwe qebûl nakin.
Li ser biryara Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Sudanî, di 11’ê Tîrmehê de şandeyek bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî, ji bo rewşa ewlehiyê ya li Başûrê Kurdistanê, êriş, dagirkerî û leşkerkêşan û avakirina xalên kontrolê li sînorê parêzgeha Dihokê bişopîne, serdana Hewlêrê kiribû.
Hêjayî gotinêye êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe.



