Kombûna Jinan a Zenobya li Minbicê dewreyeke perwerdeya xwendina pariznameya Rêber Abdullah ocalan li dar xist.
Dewreya Perwerdê xwendina pirtûka Rêber Apo ya sêyemîn ya bi navê sosyolojiya azadiyê, ye.
Perwerde li bexçeyê Rêber Apo ya li Rojhilatê kantona minbicê hat li darxistin.
Gelek jin ji saziyên li minbicê tevlî vê perwerdeyê bûn .
Di perwerdê de lêhurbûnên Rêber Apo derbarê jin , azadiya jin hat nîqaş kirin û şîrove kirin.
Her wiha çareseriya netewa demokratîk û hevjiyana azad û wekheviya herdu zayendan têde hat nîqaş kirin .
Perwerde bi armanca xwe naskirina jin û bidestxistina azadiya xwe û şikandin hişmendiya civaka baviksalariyê,hat destpêkirin.
Xwendin pariznameyê bi avêtina kulîlkan li ser Çemê Firatê weke diyarî ji bo Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.



