Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut hevkariya PDK’ê û Tirkiyê ya li dijî Başûrê kurdistanê nirxand û got:
Dawiya vê xeta îxanetê wek tunelek tarî tê dîtin. Di vê tunela tarî de wê malbata Barzanî bifetise.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Almanyayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut êrişên dijî xaka Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re nirxand.
Zubeyde Zumrut diyar kir ku ev êrişên tên kirin berdewamiya şerê di salên 90’î de li Kurdistanê hatiye meşandinê ye.
Başûr seranserê dîrokê bedel da.
Ev îxanete.
Em behsa PDK’ê ku xeta îxanetê diparêze dikin.
Ne tenê dewleta Tirk, AKP-MHP PDK jî hevkarê vî şerê li hember kurdan e.
Barzanî ji bo malbat û berjewendiyên xwe çû teslîmê Tirkiyê bû.
“Çawa ku li Efrînê kirin wê li Başûrê Kurdistanê jî bikin”
Zubeyde da zanîn ku niha Tirkiye li cihên aydê PDK’ê îstîxbaran, MÎT û hêzên xwe bi cih dike û wiha domand:
Pratîka Tirkiyeyê diyar e.
Dijminê Gelê Kurd e.
Çawa ku Efrîn dagir kirin û teslîmê çeteyan kirin îro jî heman polîtîkayê li başûrê Kurdistanê dimeşînin.
“Wê malbata Barzanî bi xwe divê tunela tarî de bifetise”
Zubeyde hewlesata gelê kurd ya li dijî vê hevkariyê anî ziman:
Bêguman kurd vê dibînin.
Berê gel bi aşkera gotina ‘îxanetê’ bikar neanî lê îro bi dengekî bilin dibêjin ‘PDK me temsîl nake’.
PDK di pozîsyona ku kurdan tune bike de ye.
Îxanetê civaka xwe dike.
Wê malbata Barzanî bi xwe di vê tunela tarî de bifetise.
“Her ku tecrîd giran bibe wê şer jî giran bibe”
Zubeyde Zumrut anî ziman ku ev tiştên tên jiyîn em nikarin ji tecrîdê cuda bigirin dest.
Her ku tecrîd giran bibe wê şer jî giran bibe.
Me îfade kir; Heta ku Rêber Apo azad nebe pisgirêka Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd nayê çareserkirin.
Artêşa Tirk a dagirker baregeha Pêşmergeyan a li devera Amêdiyê topbaran kir



